Erdogan red kir bi John Bolton re bicive

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan red kir ligel Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton bicive, ku bi şandeke Amerîkî re serdana wî welatî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan red kir ligel Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton bicive, ku bi şandeke Amerîkî re serdana wî welatî dike.

Li gor zanyariyên kenala “A Haber” a Tirkî, piştî Erdogan red bi Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton re bicive, wî biryar da ji Tirkiye derkeve.

Ev yek di demekê de tê, îro Erdogan di civîna heftane ya ligel koma partiya xwe de li parlemantoyê rexne li John Bolton girt û got: “Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton şaşitiyeke mezin kiriye dema got divê hevalbendên wan ên Kurd bên parastin û bê parastina Kurd ji Sûriyê venakişin.”

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton berî du rojan li Îsraîlê got: “helwesta Serokê Amerîka ew e, bê parastina Kurd li Sûriyê venakişin.”

Erdogan  amaje bi pêwendiya telefonî ya bi Serokê Amerîka Donald Trump re kir û got: “Her çi em bi Trump rêkeftibûn, lê ji aliyê berpirsên din Amerîka dengên cuda tên.

Got jî: “Hin bêbextî li Tirkiyê tên kirin û dibêjin Tirkiye dê Kurdan bikuje, lê ew rastiya Sûriyê dizinin çi ye. Ewên zanyariyên wan zêde li ser Sûriyê tune ne, dixwazin civaka navnetewî bixapînin. Em ne Kurdan dikujin, em teroristan dikujin.”

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton ligel Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffery û Serokerkanê wî welatî Joseph Dunford duhî gihîştibûn Tirkiriyê û biryar bû îro Bolton ligel Erdogan biciviya.

 

S. B