Sirîlanka sedema wan hêrişên teroristîy aşkera dike ku li wî welatî rûdan

Wezaret a berevanîya Sirîlanka aşkera kir ku egera hêrişên teroristî bo ser welatê wan(Tolevekirin bûye ji hêriş a hatîye kirin bo ser mizgefta Nîyozlendayê).

K24- Hewlêr

Wezaret a berevanîya Sirîlanka aşkera kir ku egera hêrişên teroristî bo ser welatê wan(Tolevekirin bûye ji hêriş a hatîye kirin bo ser mizgefta Nîyozlendayê).

Roja Yekşembî ya burî , heşt teqîn bi dûv hev re rûdan li Kolompo ya paytext a Sirîlanka di çend hotêl û dêran de û bû egera kuştina 320 kesan û birîndarbûna 500 kesên din jî.

Cêgirê wezîrê berevanîya Sirîlanka ragehand: Ew hêriş ji alîyê çend girûpên Îslamî hatibûn encamdan û li gor zanyarîyên destpêkî, tolevekirin bûne ji hêrişên hatîne kirin bo ser mizgeftên welatê Nîyozlendayê/

Li 15yê/3/2019, çekdarekî hêriş kiribû ser dû mizgeftan li welatê Nîyozlendayê û bi egera wê hêrişê jî 50 kesan canê xwe ji destdane û 50 kes ên din jî birîndar bûn.