Amerîka daxwaza lêborînê ji Iraqê dike

Piştî ku firokeyeke Hevpeymaniya Navdewletî li parêzgeha Kerkûkê bi şaşî otombîleke leşkerî ya Polîsa Federalî ya Iraqî bombebaran kir, Amerîka bi fermî daxwaza lêborînê ji Iraqê xwast.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku firokeyeke Hevpeymaniya Navdewletî li parêzgeha Kerkûkê bi şaşî otombîleke leşkerî ya Polîsa Federalî ya Iraqî bombebaran kir, Amerîka bi fermî daxwaza lêborînê ji Iraqê xwast.

Firokeyeke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka roja 24ê Nîsana bûrî li parêzgeha Kerkûkê bi şaşî otombîleke leşkerî ya Polîsa Federalî ya Iraqî bombebaran kir û di encamê de polîsek hat kuştin û 2 polîsên din jî birîndar bûn.

Polîsa Federalî ya Iraqê di daxuyaniyekê de belav kir, berpirsê karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê Joey Hood ji bo wê mebestê duhî serdana Baregeha Polîsa Federalî li Bexdayê kir.

Di daxuyaniyê de hat, Joey Hood ji bo serxweşiya polîsê kuştî û daxwaza lêborînê ji Fermandariya Polîsa Federalî ya Iraqê sedana wan kiriye.

 

S. B