Topxaneya Îranê zozanên Balekayetî topbaran dikin

Topxaneya Îranê çend navçeyên Helgurd topbaran dikin. Li gor zanyariyan jî heta niha welatiyek birîndar bûye û ziyaneke mezin gihêştiye wê navçeyên.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Topxaneya Îranê çend navçeyên Helgurd topbaran dikin. Li gor zanyariyan jî heta niha welatiyek birîndar bûye û ziyaneke mezin gihêştiye wê navçeyên.

Peyamnêrê K24ê ragihand, îro ji destpêka sibê de topxaneya Îranê dest bi topbarana zozanên binarê Helgurdê li devera Balekayetî kirine.

Derbarê ziyanan de, permanêrê me got: “Heta niha hatiye zanîn ku jina koçerekî birîndar bûye. Herwiha ziyaneke madî ya mezin gihêştiye gundî û koçerên wê navçeyê.”

Peyamnêrê me da zanîn jî, topxaneya Îranê zozanên Konerê, Kêfaristan, Qebrokan, Rêzan û Girdogo li devera Balekayetî topbaran dike.

Amaje bi wê jî kir, hevdem ligel topbarana navçê, çend firokeyên Îranî yên çavdêriyê jî li esmana navçê digerin.