Xwendina şagirtên Rojavayê Kurdistanê ketiye bin gefê de

Rêxistina UNICEF ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, biryar da alîkariyên diravî ji ser xwendingehên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bibirre û eger heye gellek şagirt ji xwendinê dûr bikevin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Xwendingehên şagirtên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê, rastî astengiyeke mezin hatine, piştî ku rêxistina UNICEF ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, biryar da alîkariyên diravî ji ser wan bibirre.

Mamoste û serperiştiyarên wan xwendingehan diyar kirin, ku duh ew biryar hatiye dayin û ji encama wê, şagirtin rêza yekê nema tên wergirtin û niha malbatên şagirtan neçarin zarokên xwe derbasî xwendingehên Herêma Kurdistanê bikin ên ku bi zaravê Soranî waneyan didin.

Wek karvedanekê li dijî wê biryara nişkave ya rêxistina UNICEF, hejmarek ji şagirtên wan xwendingehan li gel mamoste û endamên malbatên xwe, li pişya avahiya Netewên Yekgirtî li Hewlêrê xwepêşandaneke nerazîbûnê lidar xistin û têde daxwaz kirin ku rêxistina navhatî ji wê biryara xwe vegere.

Xwepêşanderekê ji K24ê re tekez kir, ku ew biryar wê ziyanekê mezin li zarokên wan bike û got: Piştî ew biryar derket, keça min di rêza yekem de nehat qebûlkirin û ji min re gotin, divê tu wê li xwendingehên zaravê Soranî tomar bike, dema em çûn xwendingehên Soranî, ji me re gotin ku cihên vala neman e. Niha eger çareyek ji me re neyê dîtin wê zarokên me ji xwendinê bêpar bibin û li gorî UNICEF xwendin ji sadetirîn mafên zarokan e.

Xwendingehên şagirtên Rojavayê Kurdistanê, berî niha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibûn damezirandin û têde şagirtan rêbazên xwendinê yên Herêma Kurdistanê ku bi zimanê Erebî hatine amadekirin dixwendin, di salên yekem de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyên mamosteyên wan xwendingehan dabîn dikir, lê piştî kirîza abûrî, rêxistina UNICEF li gel rêxistineke din, alîkariya diravî ji bo dabînkirina mûçeyên mamosteyan pêşkêş kir, niha ew alîkarî hatine birrîn û piroseya wergirtina xwendevanên nû di wan xwendingehan de hatiye rawestandin.

N.O