Li bajarokê Hecîn 26 endamên malbatên DAIŞê hatin kuştin

Hat ragihandin, ku di êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî de, li bajarokê Hecîn yê gundewarê Dêra Zorê, 26 kes ji malbatên çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hat ragihandin, ku di êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî de, li bajarokê Hecîn yê gundewarê Dêra Zorê, 26 kes ji malbatên çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan diyar kir, ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bajarokê Hecîn bordûman kirin û di encamê de 26 kes ji malbatên DAIŞê hatin kuştin û di nav wan de, 14 zarok hene.

Li gorî Çavdêrgehê, berî niha 7 kesên din ji malbatên çekdarên DAIŞê li bajarokê Şeife hatibûn kuştin.

Ji aliyê xwe ve, medya ser bi Hikûmeta Sûryê ve ragihand, ku tevahiya ew kesên hatine kuştin, sivîl in û ti çekdar di nav wan de nebûn.

N.O