Şam: Em bi Kurdan re dinav pêwendiyê de ne

Miqdat got ku, bi berçavgirtin a helwêsta êrîşkar a Tirkiye pêwendiyên ligel aliyên Kurdî dîsa hatine zindî kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî biryara vekşîna Hêzên Amerikayê ji Sûriye, desthilata Şamê yekem car daxûyaniyek liser pêwendiya xwe ligel Kurdan ragihand.

Cîgirê Wezîrê derve yê Sûriyê Feysel Miqdat ragihand ku, tu bijardeyek din ji derveyî pêwendiyê ligel Kurdan nîn e.

Bi vî awayî desthilata Şamê da diyarkirin ku, piştî biryara vekşîna Hêzên Amerika ji Sûriye, ligel Kurdan dinav pêwendiyê de ne.

Miqdat got ku, bi berçavgirtin a helwêsta êrîşkar a Tirkiye pêwendiyên ligel aliyên Kurdî dîsa hatine zindî kirin.

Berî hefteyekê hatibû ragihandin ku, bi navbeynkariya Rûsyayê pêwendî dinan Rêvebiriya Xweser û Hukimeta Şamê de pêk hatiye.

 

 

C.B