Îran bo Amerîka: Em amadeyî diyalogê ne!!

Rûhanî herweha anî ziman: “Di çarçoveya rêzgirtinê de, em amadeyî danûstandinan ligel Amerîka ne. Ger aliyek bixwaze ligel me biaxife û rêzê li gel û yasayên me bigre, em amadeyî diyalogê ne”

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor Ajansa fermî ya Îranê IRNA Serokomar Hesen Rûhanî di civîna Encûmena Wezîran a Îranê de li Tehranê, gotarek pêşkeş kir û diyarkir, ku: “Dorpêçên Amerika liser Îranê bandorek xerab liser xelkê Îranê durist kiriye”.

Rûhanî herweha anî ziman: “Di çarçoveya rêzgirtinê de, em amadeyî danûstandinan ligel Amerîka ne. Ger aliyek bixwaze ligel me biaxife û rêzê li gel û yasayên me bigre, em amadeyî diyalogê ne”.

Rûhanî herweha beşdariya xelkê di pîrozbahiyê 40 saliya Şoreşa Islamî de, wekî nîşanek piştgiriya xelkê bo desthilata Îranê destnîşan kir.

 

 

 

C.B