Temellî: Ev desthilatdarî li ser şer û xwînrijandinê rijd e

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî li bajarê Diyarbekirê daxuyaniyek da û got: Di helbijartinên 31 Adarê de her cure astengî pêşiya me hatin derxistin. Lê bi berxwedanê em biser keftin û me qeyumên wan hemû ladan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî li bajarê Diyarbekirê daxuyaniyek da û got: Di helbijartinên 31 Adarê de her cure astengî pêşiya me hatin derxistin. Lê bi berxwedanê em biser keftin û me qeyumên wan hemû ladan.

Sezaî Temellî li Diyarbekirê ji rojnamevanan re ragihand, ev desthilatdar guh nade bangên wan ên aştiyê, ew li ser şer û xwînrijandinê rijd e. Ev desthilatdarî ji talan û wêrankirinê têr nabe.

Temellî amaje bi gefên li Rojavayê Kurdistanê kir û got: Bi navê Korîdora Aştiyê ew dixwezin Rojava dagîr bikin, em korîdorê naxwazin em Aştiyê dixwezin.

Ragihand jî, ev desthilatdar bi navê Operasyona Pençe jî heroj mirovan dikujin û suriştê hildiweşînin. Ev Desthilat ji xwînê têr nabe.

Got jî: Li hem berî vê desthilata faşist û şerxwez dê berxwedana xwe berdewam bikin û ewê xwedî şaredariyên xwe derkevin. Ji Stenbolê  û her derê dê mafê xwe bi berxwedanê û bi rêyên aştiyane biparêzin.

ji aliyê HDPê ve bangewaziyek hatibû kirin, îro demjimêr 11:00 li pêş avahiya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê bi tevlîbûna Hevserokê HDPê Sezaî Temellî û parlemanterên HDPê daxuyaniyekê bê dayîn,lê hêzên ewlekariyê avahiya HDPê ya Diyarbekirê dorpêç kiribûn û piştre alozî di navbera hêzên ewlekariyê û alîgirên HDPê de derketibû.

 

 

S. B