Şandeka Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê dê bike

Di ayîndeyeke nêzîk de, şandeke hikumeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê û li gel hikumeta Îraqê danûstandinan dike li ser pirsgirêkên petrol, Pêşmerge, budce û madeya 140.

K24- Hewlêr

Di ayîndeyeke nêzîk de, şandeke hikumeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê û li gel hikumeta Îraqê danûstandinan  dike li ser pirsgirêkên petrol, Pêşmerge, budce û madeya 140.

Nizar Mela Xefa, endamê Komîteya Pêşmerge û Navxwe di Perlemana Kurdistanê de aşkera kir, Hewlêr û Bexda rijtin li ser çareserkirina pirsgirêkan.

Her li ser evê mijarê Hemze Kake, çavdêrê sîyasî bi Kurdistan24 re ragehand: Rewşa sîyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê de guncayî ye bo çareserkirina pirsgirêkan, lê asteng jî hene.

Çend pirsgirêkek di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, ew jî: Made ya 140, budce, Pêşmerge û Petrol. di van nêzîkan de şandeke herdû alîyan danûstandinan li ser çareserkirina pirsgirêkan dikin. Hikumeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê hejmareke komîteyan pêkanîne bo wan danûstandinan û herdû alî jî tekez