20 gundên Kurdan li derdorê Xaneqîn hatîne çolkirin

Piştî bûyerên 16ya Oktoberê zêdetir ji 20 gundên Kurdan li derdorê Xaneqîn hatîne çolkirin. Hevwelatîyên Kurdên Xaneqînê jî dibêjin: Bi pilan Kurd ji wan gundan hatîne derkirin û kar gehiştîye wê yekê ku di navenda Xaneqînê jî bi rêya Kuştin û teqînan Kurdan ji bajêrî jî derbikin.

K24- Xaneqîn

Herçende piştî bûyera 16ya Oktoberê hinek berpirsên Kurd li qezaya Xaneqînê û derdorê wê hêj di postên xwe de mane; lê ew berpirsên Kurd neşîyane rêgirîyê bikin ji dîyaroka bierebkirin û koçkirina  Kurdan ji wan gundan. Ev jî bûye sedemek ku roj bi roj rêjeya Kurd ji wê deverê ber bi kêmbûnê bihere.