Gotebêjê serbazî yê Adil Ebdulmehdî nûçeyeka Nîyoyork Taymiz red dike

Gotebêjê serbazî yê serok wezîrê karbirêkerê Îraqê, red dike fermandarê giştî yê hêzên çekdar rê dabe bi destpêkirina operasyonê hevpişk a Supayê Emerîkayê li gel hêzên Îraqê û ragehand, ew nûçe ya wê rojanmeyê ne raste.

K24- Hewlêr

Ebdulkerîm Xelef, gotebêjê serbazîyê Adil Ebdulemdî, serok wezîrê karbirêkerê Îraqê red kir ku fermandarê giştî yê hêzên çekdar rezamendî dabe li ser destpêkirina operasyonên hevpişikên supayê Emerîkayê li gel hêzên îraqê bo rûbirûbûna Daişê.

 Duhî rojname ya Nîyoyork Taymiz li ser zimanê dû berpirsên serbazî yên emerîkayê aşkera kirîye, piştî 10 rojan ji rewestandina tevaya çalakîyên xwe li gel hêzên Îraqê, bi sedema kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis, Emerîkayê  operasyonên hevpişkên xwe li gel hêzên Îraqê dest pê dike daku rê nede ti girûpan hêzê kom bike û bike pirûpaginde bo xwe, lê Pêntagonê ti daxuyanî derbarê evê yekê neda.

Ev di demekê de ye, mîlîşya gefan li hêrên Emerîkayê dikin  û biryare jî, 24ê evê mehê û li ser daxwaza Muqteda Sedir, rêberê Rewta Sedir xwenîşandana Milyonî li dijî hêzên Emerîkayê birêve biçe.