Hêzên Hevpeymanan bi çaksazî, hevkarî û rahênankirina Pêşmerge berdewam dibin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Fermandarê Operasyonên Giştî yên Hevpeymanan li Bexda General Austin Renforth û şanda pê re dawî pêşhatên navçê, pêşxistina mîkanîzma hevahengiyê di navbera hêzên pêwendîdar û rûbirûbûna gefên terorizma DAIŞê guftûgo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di hevdtinê de, Mesrûr Barzanî ji bilî tekezkirina li hevkariya zêdetir ji hêza Pêşmerge re ji bo rêgirtin li tevgera teroristan û rûbirûna gefên wan li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, bi pêwîstî zanî bi hevkariyên hemû aliyan, zûtir zemîneya libar ji bo asayîkirina rewşê bê peydakirin û bi çarerserkirina pirsgirêkên siyasî, îdarî û destûrî, sedemên serîhildana tundûtûjiyê nemînin.

Ji aliyê xwe ve, şanda bilind a Hevpeymanan piştgîriya xwe ji bo hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan û hêzên Iraqî dubare kir û ragihand, “Xwezyar in ew hevahengî li hemû navçeyan girîngî pê re were dayîn. Hêzên Hevpeymanan jî bi çaksazî, hevkarî û rahênankirina hêza Pêşmerge berdewam dibin.”

S. B