Lavrov: Şer li Sûriyê bidawî hatîye, tenê li rojhilata Feratê û Îdlibê alozî mane

Wezîrê derve yê Rûsiyê radgehîne, şerê li Sûriyê bidawî bûye, tenê li rojhilata Feratê û Îdlibê alozî mane.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yê Rûsiyê radgehîne, şerê li Sûriyê bidawî bûye, tenê li rojhilata Feratê û Îdlibê alozî mane.

Wezîrê derve yê Rûsyê Sêrgî Lavrov di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Tirud ya Rûsî ragehand, şer li Sûriyê bidawî hatîye û êdî jiyan li wî welatî asayî dibe, tenê li çend navçeyan alozî mane ku ne dibin kontirola hikûmeta Sûriyê dane û rojhilata Feratê û Îdlib wek nimûne anîn.

Wezîrê derve yê Rûsiyê ragehand jî, niha dayîna alîkarêyên mirovî û pêşxistina pirosêsa siyasî jibo çarekirina kirîza Sûriyê û peydakirina aramîyeke dem drêj giringe.

Got j: Opozisyona Sûriyê di danûstandinên Cinêvê û Astana de amadene û divê di komîteya destûr de jî nûnerên wan hebin, jiber wê yekê jî ew dibînin ku divê opozisyon karekî erênî bike di piroseya çareseriya siyasî ya giştî de li Sûriyê li gorî biryara 2254 ya Cvata asayîşa navdewletî.