Zerîf: Îran amade ye navbeynkariyê ji Enqere û Şamê re bike

Wezîrê Derve yê Îranê ragihand, em ji bo zindîkirina peywendiyên Şam û Enqereyê amadene navbeynkariyê bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Îranê ragihand, em ji bo zindîkirina peywendiyên Şam û Enqereyê amadene navbeynkariyê bikin.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji kenala televîzyonî ya RT re ragihand: Em dihizirin gotûbêj, di navbeyna Şam û Enqereyê de, xizmeta berjewendiyên navçeyê dikin, Eger berpirsên Şam û Enqereyê daxwaza navbeynkariyê ji me bikin em amade ne. Herwiha Zerîf ragihand, dilgiraniya Tirkiyê ser gefên li Bakurê Sûriyê tenê bi vegera Rejîma Sûriyê ya wan navçeyan derbas dibe. Zerîf balkişand ser danûstandinên Astanayê û ragihand, Enqere û Tehran ji ber danûstandinan ser mijara Sûriyê ji hev dûr bûn, lê piştî danûstandinan nêzîkbûnek çêbûye. Her wiha Zerîf tekez kir, qeyrana Sûriyê bi rêyên leşkerî çareser nabe.

 

 

C.B