Tirkiyê bingehên PKKê li Qendîlê bombebaran kirin

Serokerkaniya Tirkiyeyê ragihand ku li dijî bingehên PKKê yên li Qendîlê operasyoneke esmanî hatiye kirin û di encama operasyonê de stargeh û cebilxaneyên PKKê hatine tunekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokerkaniya Tirkiyeyê ragihand ku li dijî bingehên PKKê yên li Qendîlê operasyoneke esmanî hatiye kirin û di encama operasyonê de stargeh û cebilxaneyên PKKê hatine tunekirin.

Serokerkaniyê duh jî ragihandibû, li dijî herêma Zap û Xakûrkê operasyona esmanî hatiye kirin.

Medyaya PKKê jî operasyonên esmanî yên Tirkiyeyê piştrast dike, lê heta niha di derbarê encamên operasyonê de zanyarî nayên dayîn.

Ji aliyê xwe ve, duhî peyamnêrê K24ê da zanîn, firokeyên şer ên Tirkiyê berêvarê li dervera Biradost, navçeyên Çiya Kewêt, Bin Dîwane, Geliyê Xakurkê, Xakurk, Geliyê Reş, Geroyê Sinîn, çiyayên Şekîyo û beşek ji Çiyadîlê ya li sînorê bajarokê Sîdekanê bombebaran kirin.

Wek peyamnêrê K24ê amaje pê kiriye, bi êrîşa li ser navçeyên Biradost re, li sînorê Qeserê ya ser bi Çomanê jî, sînorê gundên Dîlman, Qelat, Wesan û Mawnanê bi giranî hatin bombebarankirin.

Ji encama wê bombebaran de jî, agir bi dar û daristanên geliyê Baleyanê ket.

Çend meh in hêzên Tirkiyê navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi giranî bombebaran dike, ji ber wê jî tirs di nava gundiyên wan navçeyan de belav bûye û newêrin biçin nava rez û zeviyên xwe û çend gund jî hatine valakirin.

 

S. B