Hêzeke Pêşmerge û tîmeke Fransî operasyon li dijî DAIŞê kir

Di operasyoneke hevbeş a hêzên Pêşmerge û leşkerên Fransî de li navçeya di navbera Kifrî û Xurmatûyê de sê çekdarên DAIŞê hatin kuştin û Pêşmergeyek û lekerekî Fransî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di operasyoneke hevbeş a hêzên Pêşmerge û leşkerên Fransî de li navçeya di navbera Kifrî û Xurmatûyê de sê çekdarên DAIŞê hatin kuştin û Pêşmergeyek û lekerekî Fransî birîndar bûn.

Rêvebirê Nahiya Zenane ya ser bi Kifrî ve Cemal Salih ji K24ê re ragihand, operasyoneke hevbeş a Pêşmerge û tîmeke Fransî li dijî pêgehên DAIŞê di navbera Kifrî û Xurmatû de hate kirin, di encamê de 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û Pêşmergeyek û leşkerekî Fransî birîndar bûn.

Cemal Salih got jî: Termê her sê çekdarên DAIŞê li ber destê Pêşmerge ne û çend pêgeh û baregehên DAIŞê jî ji aliyê firokeyên Fransî ve hatin bombebarankirin û jinavbirin.

Peyamnêrê K24ê jî da zanîn, operasyon îro nîvro li dijî çekdarên DAIŞê destpê kir, ku demek e kiryarên terorî li wê navçeyê dikin.

 

S. B