Elmanîya: Suriya bo vegerana penaberan ne aram e

Hikumeta Elmanîya ragehand: Ti ciheke aram li Suriyayê nîne ku penaber vegerin.

K24- Hewlêr

Hikumeta Elmanîya ragehand: Ti ciheke aram li Suriyayê nîne ku penaber vegerin.

Wezareta derve ya Elmanîyayê di raportekê de ragehand: Li Suriya ti ciheke aram bo vegerandina penaberan nîne û ew penaberên bi djînîya rijêma Suriya hatîne nasîn; rûbirûyê metirsîyê dibin heke vegerin welatê xwe.

Roja Çaraşmbîya burî, wezîrê navxwe yê Elmanîya yekbûyî,berpirsên bilindên wilayetan û berpirsên ewlekarîyê bi armanca gengeşekirina pirsa vegerandina penaberên Suriya civîyan. Hevdem li Elmanîya dengê derkirina evan penaberan bilind bûye û çunku dihên tuhmetbar kirin bi encamdana tawanan li wî welatî.

 Desteya amara Elmanîya ragehandîye, 746 hezar penaberên Suriya li Elmanîya dijîn û ji evê hejmareyê 552 hezar kesan daxwaza mafê penaberînîyê kirîne û 95% ev maf bi dest xwe ve hînane.