Mafnas Elî Îso: Mafê Tirkiyê nîn e guhartina demografî li Efrînê bike

Şandeke 12 rêxistinên yasayî û sivîl ên Kurdî, Erebî û cîhanê lîsteyeke daxwazan û dosyayeke belgekirî bi tawanên artêşa Tirkiyê li Efrînê kirine radestî hejmarek ji rêxistinên navdewletî yên ser bi Netewên Yekgirtî ve kirin û daxwaz kirin dosya dagîrkirina Efrînê bigihe Dadgeha Tawanan a Navdewletî.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke 12 rêxistinên yasayî û sivîl ên Kurdî, Erebî û cîhanê lîsteyeke daxwazan û dosyayeke belgekirî bi tawanên artêşa Tirkiyê li Efrînê kirine radestî hejmarek ji rêxistinên navdewletî yên ser bi Netewên Yekgirtî ve kirin û daxwaz kirin dosya dagîrkirina Efrînê bigihe Dadgeha Tawanan a Navdewletî.

Di wê derbarê de Serokê Dezgeha Êzdîna ya Çavdêriya Binpêkirinên Mafên Mirovan Elî Îso ku bi xwe yek ji endamên wê şandê bû ji K24ê re ragihand, nûnerên 12 rêxistinên yasayî û sivîl li Cenêvê bi saziyên ser bi Netewên Yekgirtî re civiyan û bi sedan belgeyên nivîskî, wêne û vîdyoyên tawan û binpêkirinên mirovî yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve li Efrînê tên kirin, radestî wan saziyan kirin.

Elî Îso got: “Saziyên Netewên Yekgirtî ji me re gotin ku ew nikarin baş û serbest karên xwe li Sûriye û Efrînê bikin, ji ber ku qonaxa Sûriyê tê re derbas dibe ne libar e. Lê bi piştbestin bi van belgeyên we pêşkêşî me kirine, emê karibin di pêşerojê de raportan ji civaka navdewletî re hildin û binpêkirinên li Efrînê dibin diyar bikin.”

Diyar kir jî, ew saziyên navdewletî dikarin fişarê li Tirkiyê bikin ku leşkerên Tirk û grûpên çekdar ji Efrînê derxînin û xelkê Efrînê yên resen rêveberiya bajarê xwe bikin.

Herwiha diyar kir jî, me ji wan xwast ku raportekê ji Encûmena Asayişa Navdewletî re hildin ji bo biryarekê derbikin û artêşa Tirkiye ji Efrînê derkeve.

Mafnas Elî behsa proseya guhartina demografî ya li Efrînê tê meşandin kir û got, ti yasayeke navdewletî nîn e ku maf bide Tirkiyê malên Kurdên Efrînê desteser bike û koçberên navçeyên din ên Sûriyê lê bicih bike.

 

 

S. B