Partiyên Rojhilatê Kurdistanê 40 pasdar kuştine

Navenda mafên mirovan (Hengaw) belav kiriye, ku ji bilî wan 40 kuştiyan, 25 endamên din yên Supaya Pasdaran birîndar bûne

K24 - Navenda Nûçeyan

Îsal 28 caran şer û pevçûn di navbera hêzên Îranê û partiyên Rojhilatê Kurdistanê de qewimîn û di encamê de 40 endamên Supaya Pasdaran hatin kuştin. 

Navenda mafên mirovan (Hengaw) belav kiriye, ku ji bilî wan 40 kuştiyan, 25 endamên din yên Supaya Pasdaran birîndar bûne, herweha  2 Pêşmergên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û 3 Pêşmergên Komela Kurdistana Îranê û 11 gerîlayên PJAK şehîd bûne.

Di wan şer û pevçûnan de, Pêşmergeyekê Komele û gerîlayekî PJAK bi birîndarî ketin destê Supaya Pasdarên Îranê de.