Mêdyayên Îraqê bi giringî ve gotara Mesrûr Barzanî belav dikin

Hejmareke berçav ji mêdyayên Îraqê û deverê bi giringî ve gotara Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê belav kirîne ku bi boneya burîna 100 rojan bi ser karkirina kabîne ya nehem pêşkeş kir û destkevtên hikumetê bo hevwelatîyên Kurdistanê xuya kir.

K24- Hewlêr

Rojaname ya Elsbah, ku rojnameyeke fermîya hikumeta Îraqê ye, di hejmara xwe ya roja Yekşebîya 8/12/2019 di rûpela dûyem de raportek belav kirîye li ser tewerên sereke û giringîya gotara serok wezîrên Herêma Kurdistanê û nivîsîye: Mesrûr Barzanî ragehandîye, hewil didîn rêkkevtineke giştgîr li gel hikumeta Îraqê encam bidîn ku li berjewendî giştî be û başbûna peywendîyan li gel Bexdayê encamên erênî hebûye.

Hereweha rojnameya Elzeman ku belavtirîn rojanameya Îraqê ye û li Lenden çap dibe, di rûpelea sêyê ya hejmara evro de, raportek li ser destkevtên kabîne ya nehema belavkirîye û bi manşêteke mezin nivîsîye: Mesrûr Barzanî giringtirîn destkevtên 100 rojên karkirina hikumeta Herêmê û ewên li gel Xexday bi destvehînane pêşkeş kir.

 Herweha rojnameya Elmeda, giringîyeke mezin daye gotarê û ji bilî rûpele yekê ya rojnameyê, di rûpela sêyê jî raportek li ser destkevtên hikumetê belav kirîye.

Şeva 7/12/2019 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê di gotareke televizyonî de destkevtên kabîneya nehem bi boneya burîna 100 rojan bi ser dest bikarbûna hikumeta Herêma Kurdistanê pêşkeş kir.