Şanderê NY bo nehîştina nakokiyên “komîta destûrê” li Şamê ye

Şanderê Navdewletî bo Sûriyê Geir Pedersen hewl dide heta dawiyê vê mehê pêkanîna Komîta Destûrî ya Sûriyê pêk bîne û ji bo wê mebestê û nakokiya li ser 6 navan heye, dê îro ligel Wezîrê Navxwe yê Sûriyê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê Navdewletî bo Sûriyê Geir Pedersen hewl dide heta dawiyê vê mehê pêkanîna Komîta Destûrî ya Sûriyê pêk bîne û ji bo wê mebestê û nakokiya li ser 6 navan heye, dê îro ligel Wezîrê Navxwe yê Sûriyê dicive.

Ji bo yekalîkirina pirsa pêkanîna Komîta Destûrî û destpêkirina proseya siyasî ya wî welatî, Geir Pedersen li Şamê dê îro ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim bicive.

Di dawiya 2018an de li Kongreya Gotûbêja Niştimanî ya Sûriyê ya bi serperiştiya Rûsya li bajarê Sochi hatiye lidarketin, rêkeftin li ser pêkanîna komîta destûrî hatibû kirin, lê ta niha ew komîte pêk nehatiye, ji ber Hikûmeta Sûriyê li ser beşdariya 6 navan di wê lîsta civaka sivîl a wê komîtê de ne razî ye.

Herwiha Hikûmeta Sûriyê dixwaze biryarên wê komîtê bi riya Perlemana Sûrî ya niha heye werin pesedkirin, lê opozîsyona Sûriyê dixwaze biryar di cih de werin bicihkirin û tevahiya aliyê pabendî wan biryaran bibin û wek reşnivîseke nû ya destûra Sûriyê were qebûlkirin.

Herwiha rêjîma Sûriyê dibêje, ew danîna destûreke nû red dikin û ew tenê dixwazin hin guhartin di destûra niha heye de bê kirin, lê opozîsyon jî vê yekê red dike.

Xalên ku li ser hatiye lihevkirin ew e, beşdariya wek hev di komîteyê de ye, ew jî 50 kes ji aliyê rêjîmê, 50 kes ji aliyê opozîsyonê û 50 kes jî ji aliyê civaka sivîl dibin û ji aliyê Netewên Yekgirtî ve hatine danîn, herwiha serokatiya komîtê jî dê di navbera rêjîm û opozîsyonê de hevserokatî be, lê rêjîma 6 navên di lîsta civaka sivîl de red dike.

Aliyên gerentîkar û serperiştiya civînên Astanayê dikin Rûsya, Tirkiye û Îranê tekez dikin, rêkeftin li ser navên komîteyê hatiye kirin û wek Serokomarê Tirkiyê gotiye, dê ta dawiya vê mehê ew komîte dest bi karên xwe bike.

 

S. B