Tirkiye: Di êrîşa YPGê de leşkerekî me li Efrînê hat kuştin

Wezareta Bergîriyê yê Tirkiyê ragihand, roja 9.6.2019an şervanên YPGê êrîşî ser Efrînê kirin û di encamê de leşkerekî Tirkiyê kuştin, di hemberê de jî artêşa Tirkiyê pêgehên YPGê li Til Rifat topbaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê yê Tirkiyê ragihand, roja 9.6.2019an şervanên YPGê êrîşî ser Efrînê kirin û di encamê de leşkerekî Tirkiyê kuştin, di hemberê de jî artêşa Tirkiyê pêgehên YPGê li Til Rifat topbaran kirin.

Wezareta Bergîriyê yê Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, YPGê ji Til Rifatê ve êrîşî ser leşkerên Tirkiyê yên li Efrînê ne kir û bi sedema wê jî, artêşa Tirkiyê pêgehên YPGê li Til Rifatê topbaran kirin.

Di daxuyaniyê de tekez kir, artêşa Tirkiyê bi çekê giran pêgehên YPGê li Til Rifetê topbaran kirin û di encama topbaranê de, ew şervanên YPGê yên êrîş kirine, hatin kuştin.

Wezarta Bergîriyê ya Tirkiyê pêştir jî ragihandibû, di encama êrîşa şervanên YPGê li ser xaleke artêşa Tirkiyê li Efrînê de, leşkerekî Tirkiyê hatibû kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûbûn.

 

S. B