Serok Barzanî pesnê dilsoziya Sikirtêrê Partita Sosyalîst û Pêşmergeyên wê dide

Serok Barzanî: Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, ji roja damezirandina xwe ve û heya îro, roleke giring û bi bandor, di xebata azadîxwaza gelê me de lîstiye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Bi helkefta salvegera damezirandina Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji Sikirtêrê wê Partiyê (Mihemedê Hecî Mehmûd) û polîtbîroya wê re şand.

Di peyama Serok Barzanî de hatiye: Ku Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, ji roja damezirandina xwe ve û heya îro, roleke giring û bi bandor, di xebata azadîxwaza gelê me de lîstiye û beşekî giring ê Tevgera Kurdatiyê ye û ji bo wê armancê hejmareke mezin ji şehîdan pêşkêşî ax û gelê Kurdistan kiriye.

Herwiha di peyamê de hatiye: Rola ciwamêrane û qaremane ya birêz Sikirtêrê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê û serkirdatî û Pêşmergeyên Partiya Sosyalîst di şerê têkşikandina efsaneya DAIŞê de, wêneyeke zelal ê dilsozî û niştimanperweriya wê partiyê ye û ti carî xebata wê nayê jibîrkirin.

Têksta Peyamê:

Birayê me yê birêz Kak Mihemed Hecî Mehmûd

Birêz polîtbîroya Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê

Bi helkefta 42yemîn salvegera damezirandina partiya we ya têkoşer, gerimtirîn û ciwantirîn pîrozbahî ji we re dişînim, bi riya rêzdariya we jî silav û pîrozbahiyê ji bo tevahiya endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dişînim.

Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê ji roja damezirandina xwe ve û heya îro, roleke giring û bi bandor, di xebata azadîxwaza gelê me de lîstiye û beşekî giring ê Tevgera Kurdatiyê ye û ji bo wê armancê hejmareke mezin ji şehîdan pêşkêşî ax û gelê Kurdistan kiriye. Rola ciwamêrane û qaremane ya birêz Sikirtêrê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê û serkirdatî û Pêşmergeyên Partiya Sosyalîst di şerê têkşikandina efsaneya DAIŞê de, wêneyeke zelal a dilsozî û niştimanperweriya wê partiyê ye û ti carî xebata wê nayê jibîrkirin.

Salvegera damezirandina Partiya we ya têkoşer pîroz be û hêvîdar im kerwanê xebata we, mil bi milê tevahiya hêzên azadîxwazên gelê Kurdistanê berdewam û biserketî be.

Li gel rêza min

Mesûd Barzanî

8/8/2018

N.O