Hikûmeta Herêmê daxwaz ji Bexdayê dike bi erkê xwe yê yasayî exlaqî li hember Helebce rabe

Di peyamekê de bi boneya 31 saliya derbasbûna kîmyabaran Helebce, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê radigihîne, li benda hikûmeta Iraqê ne bi erkê xwe yê exlaqî û yasayî li hember Helebce rabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di peyamekê de bi boneya 31 saliya derbasbûna kîmyabaran Helebce, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê radigihîne, li benda hikûmeta Iraqê ne bi erkê xwe yê exlaqî û yasayî li hember Helebce rabe.

Peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Îro 31 sal bi ser karesata kîmyabarana Helebce li ser destê rêjîma berê ya Iraqê derbas dibe, ji bilî şehîdbûna 5 hezar welatiyên bêguneh, bi hezaran kesên jî birîndar bûn û ta niha piraniya wan qurbaniyan ji ber bandorên xirap yên wê karesatê ji aliyê tenduristî û derûnî ve dinalin, ev jî ji bilî koçberbûna bi hezaran malbat û têkdana wê devera dilgîre ya Kurdistanê.

Bibîranîna vê karesatê, ligel ew rêzgirtin li qurbaniyên gelê me û dîroka pir têkoşîn û qurbanîdanê ye, tekeziyek e ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi bayixdana cidî ji jiyan û xizmetguzarîkirina birîndar û malbat û kesûkarên qurbaniyên kîmyabaranê û xizmetguzariya zêdetir ji Helebceya ezîz re ye, bêgûman hîna pir kar maye ku ji wan re pêşkêş bikin û Hikûmet baldar e ku xizmeteke mezin pêşkêşî parêzgeh û xelkê Helebce bike û wê erkekî sereke û girîng ji erkên xwe dizane.

Çaverêyî Hikûmeta Iraqê dikin erkê xwe yê yasayî û exlaqî di derheqê vê parêzgehê û rûniştvanên wê de bi hemû cure bayixdanê rabe û qerebûya madî û menewî ji xelk jîngeha wê re bike, wek qurbaniya destê dewleta Iraqê.

Wek çawa Helebceya Şehîd sembola azar û qurbaniya gelê me ye, bi heman awayî sembola xweragirî û jiyana me ye. Qurbanî û ew ezîzên di vê karesatê de me jidest dane,  her dem di bîra me de ne û hetaheta di wîjdana vî gelî de zîndî ne.

Hezar silav li giyanên pak û bêguneh ên şehîdên kîmyabaran Helebceya ezîz û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

 

S. B