Wezîrê Derve yê Fransayê bo dosya DAIŞê gihîşt Bexdayê

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bi serdanekê gihîşt Bexdayê û biryar e dosya dadkirina zîndaniyên DAIŞê bi berpirsên Iraqê re guftûgo bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bi serdanekê gihîşt Bexdayê û biryar e dosya dadkirina zîndaniyên DAIŞê bi berpirsên Iraqê re guftûgo bike.

Beşeke din ji armanca serdana Wezîrê Derve yê Fransayê ew e, behsa wan malbatên DAIŞê yên ji kampên Rojavayê Kurdistanê reviyane jî bike.

Biryar e jî, piştî civîna bi berpirsên Bexdayê re, Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Herêma Kurdistanê bike û bi berpirsên pilebilnd ê Herêma Kurdistanê re bicive.

Pêştir Hikûmeta Fransayê aşkere kiribû, wan 9 jinên Fransî ku jinên çekdarên DAIŞê bûn, ji kampên Rojavayê Kurdistanê reviyabûn.

 

S. B