Serok Barzanî: Divê cihê xebatkarê wek Ebdilrehman Apo ne zîndana aliyekî Kurdî ba

Serok Barzanî bi boneya azadkirina Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) Ebdilrehman Apo peyamek belav kir û ragihand, Di rastiya de divê cihê xebatkarê wek Ebdilrehman Apo zîndanên dijmin ba, ne zîndana aliyekî Kurdî ba.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê ku roja 12ê Tîrmeha 2017an li Efrînê ji aliyê Asayişa Rojava ve hatibû zîndankirin, duhî û piştî salek û 4 mehan li Qamişlo hat azadkirin.

Wek Ebdilrehman Apo bi xwe daye zanîn, Hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê di dema girtina wî de heyama 40 rojî radestî Hêzên Ewlehiya Dewletê li Helebê kiribû û lêpirsîn pê re dihat kirin.

Deqa peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi azadbûna Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Ebdilrehman Apo ji zîndanên PYDê gelek xweşhal bûm. Di rastiya de cihê xebatkarê wek wî divê zîndanên dijmin ba, ne zîndanên aliyekî Kurdî.

Hêvîdar im ew bibe destpêkek ji bo azadkirina tevahiya girtiyên aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê yên di zîndanên PYDê de ne û peydakirina wan hemû çalakvanên Kurd ku li wir bêserûşûn bûne.

Hêvî dikim ji niha û pê ve Rojavayê Kurdistanê vekirineke siyasî bibîne û êdî xelk û aliyên siyasî bi sedema bîr û ramanên siyasî neyên êşandin û azardan û neyên zîndanî kirin.

S. B