Serokomarê Iraqê gihîşt Hewlêrê

Serokomarê Iraqê Berhem Salih ji bo beşdarîkirina di rêûresma sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê gihîşt Hewlêrê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Iraqê Berhem Salih ji bo beşdarîkirina di rêûresma sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê gihîşt Hewlêrê.

Serokê Herêma Kurdistanê yê hilbijartî Nêçîrvan Barzanî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokomarê Iraqê Parlemantoya Iraqê Berhem Salih û şanda pê re kir.

Îro 10ê Hezîranê bi amadebûna hejmarek ji serkirde, nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Iraqê, cîhanê û balyoz û nûnerên welatên biyanî yên li Iraqê, rêûresma sûndxwarina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê birêve diçe.  

 

S. B