Dadgehkirina Demîrtaş îro careke din birêve diçe

Rûniştina duyem a doza Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş îro li Enqerê destpê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûniştina duyem a doza Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş îro li Enqerê destpê dike.

Dadgehakirina Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş li Enqereyê birêve diçe. Beşa yekemîn ya rûniştinê duhî bidawî bû. biryar e îro demjimêr 10:00 rûniştina duyemîn dê destpê bike.

Demîrtaş di rûniştina duhî de bal kişand ser çareseriyê pirsa Kurdî û agirbesteke mayînde ya di navbera PKK û Artêşa Tirkiyê de. Da zanîn jî, wî PKK razî kiribû ku çekên xwe deyne û Wezîrê Dadê yê wê demê Sadulah Ergîn jî bo vê kedeke mezin dabû, lê desthilata Erdogan bi girtina parlamenter û siyasetmedaran pêvajo têk da û peyama alozkirina pêvajoyê da, ku PKK careke din dest bi tundiyê kir.

Demîrtaş da xuyakirin, dadgeh bi hinceta revê wî azad nake, lê heger were berdan, ewê di çarçoveya yasayî de hesabê neheqiyên li wî hatine kirin bipirse û got, pêwîstiya Tirkiye bi lihevhatinene nû û destûreke nû heye.

 

S. B