Civata Ruhanîya Êzdîyan pîrozbahî li Mesrûr Barzanî dike

Endamê Civata Ruhaniyan yê Kurdên Êzîdî, Baba Şêx pîrozbahî li Mesrûr Barzanî dike û hêviya serkeftinê jêre dixwaze

K24- Hewlêr

Endamê Civata Ruhaniyan yê Kurdên Êzîdî, Baba Şêx pîrozbahî li Mesrûr Barzanî dike û hêviya serkeftinê jêre dixwaze

Baba Şêx Xirtu Hacî Îsma'îl, bi boneya dest bikarbûn a Mesrûr Barzanî wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, peyamek pîrozbahiyê arasteyî Serokê Hikumeta Kurdistanê kir û daxwaza serkeftinê di serokatî kirin a Kabîneya Nû de jê re xwest.

Di peyamê de hatiye, piştrast in, ku hilbjartina we wekî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û pêkanîna Kabîneya Nû, dê nexşeyek û paşerojek baş deyne. Serkirdayetî û hebûna we hêvîyeke geş e û sêbera komkirina hemû gelê herêmê ye, bi hemû pêkhateyên wê yên olî û netewî ye, dinav wan de pêkhateya Êzdî, ku rastî tundtirîn komkujî hatiye.