Bi sedan hezar geştiyar Cejnê li Herêma Kurdistanê dikin

Bi egera cudahîya pileya germîyê, aramî û asayîş û xizmeguzarîyên zêdetir bi sedan hezar geştiya ber bi Herêma Kurdistanê ve hatîne bi awayekê ku hinekan cihê vemanê di Hutêl û Mutêlan dest nekevtine.

K24- Hewlêr

Bi egera  cudahîya pileya germîyê, aramî û asayîş û xizmeguzarîyên zêdetir bi sedan hezar geştiya ber bi Herêma Kurdistanê ve hatîne bi awayekê ku hinekan cihê vemanê di Hutêl û Mutêlan dest nekevtine.

Li parêzgeha Duhokê, bi boneya Cejna Qurbanê hejmareke mezin ji geştiyaran ber bi cihên geştiyarîyên sinûr li parêzgeha Duhkê çûne bi awayekê ku cihên geştiyarî û hutêl ji geştiyaran tijî bûne û pişkek ji wan naçar bûne li ser cadeyan bixewin.

Rêveberîya Giştîya Geştûguzara Duhokê aşkere dike, ku wan pêşbînîya evê hejmara mezin a geştiyaran nedikir û ev sal rêjeya geştiyaran 30% zêde bûye.

Herweha di sê rojên cejnê de zêdetir ji 60 hezar kesan serdana deverên geştyarî kirine li havîngeha Dûkanê.

Pişkek ji wan geştiyarên hindûrî ne û pişkek mezin jî ji başûr û naverasata Îraqê hatîne. Bi nerîna berpirsên rêveberîya qezayê jî heya dawîya valaneya cejnê hatina geştiyaran bo devên geştiyarîyên Dûkanê gelek zêde dibe.

Salane zêdetir ji sê milyon geştiyar serdana Herêma Kurdistanê dikin. Kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê bernamerêjî û pilana sitratîcî darijtîye daku hikumet wek yek ji çavkanîyên dahatê pişta xwe bi kerta geştiyarîyê girê bide.

Rêveberîya Giştîya Parêzgeha Silêmanîyê, bi armanca pêşkeşkirina sanahîyan bo wan geştiyarên di cejin  û boneyan de serdana deverên geştiyarî dikin li Herêma Kurdistanê, 50 hezar nexşe û reklam û rêberê geştiyaran bi zimanê Kurdî, Erebî û Înglîzî çap kirine. Herweha çend hejmarên telefonê taybet kirine daku geştiyar bi rêya wan hejmaran ve, zanîyarîyan li ser asta xizmetguzarîyên hutêl, mutêl û xizmetguzarîyên cihên geştiyarî bigehînin.