Barzanî: Gelê Kurdistanê bi riya guftûgo û bi amrazên aştiyane berve serxwebûn û misogerkirina mafan diçe

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, gelê Kurdistanê bi riya guftûgo bi amrazên aştiyane berve serxwebûn û misogerkirina mafan diçe û ew jî bi navê rêgirtina li şer û giriftên nû ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, gelê Kurdistanê bi riya guftûgo bi amrazên aştiyane berve serxwebûn û misogerkirina mafan diçe û ew jî bi navê rêgirtina li şer û giriftên nû ye.

Roja yekşem 02.07.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Waltmans Balyozê Holanda li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Holanda hate nirxandin û tekez li ser dostayetî û berfirehtirkirina peywendiyên her dû aliyan kir û Balyozê Holanda li Iraqê ji bilî balkişandina li ser ewlewiyetên welatê xwe li Iraqê û her wiha asta beşdariya Holanda li hevpeymaniya şerê dijî Da'îş û meşq û rahênana bi Pêşmerge û artêşa Iraqê wê yekê xisterû ku ji bo Holanda Iraqa piştî Da'îş cihê girîngiyeke zêdeye û bi nîgeraniyê ve li rewşa navçeyên azadkirî û jiyana xelkê dinêre.

Li beranber da Serok Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo rola Holanda ya li şerê terorê û yarmetîdana hêzên Pêşmerge ragihand û bal kişand li ser wê yekê ku qonaxa piştî Da'îş gelek hestiyare û eger ew sedemên ku bûne sedema serhildana Da'îş wekî xwe bimînin kêşe û giriftên gelek kûr pêktên.

Her li vê hevdîtinê de bi têr û tije behsa paşaroja Iraqê kirin û Serok Barzanî wan sedeman şîrove kir ku hana gelê Kurdistanê daye berev referandûmê hengavan bavêjin û tekez li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê li rêya dîyalog û bi amrazên aştiyane berev serbixweyî û mîsogerkirina mafên xwe davêje û eve jî bi navê rêgirtina li şer û giriftên nû ye.