Trump daxwazeke nû ji Tirkiye û Kurdan dike

Serokê Amerîka Donald Trump radigihîne, nabe Tirkiye û Kurd rê bidin çekdarên DAIŞê ji zîndanan birevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump radigihîne, nabe Tirkiye û Kurd rê bidin çekdarên DAIŞê ji zîndanan birevin.

Serokê Amerîka Donald Trump di twîtekê de ragihand, pêwîst bû welatên Ewropî çekdarên DAIŞê yên biyanî vegerandina welatên xwe û niha jî dem ne dereng e ji bo wî karî bikin.

Trump amaje bi wê kir, nabe Tirkiye û Kurd rê bidin ku çekdarên DAIŞê ji zîndanan birevin. Tekez kir jî, Amerîka rê nade çekdarên DAIŞê careke din derkevin.

Ev daxuyaniya Trump piştî wê yekê tê, duhî Rêveberiya Xweser ragihandibû, bi sedema êrîşên Tirkiyê zêdetir ji 750 malbatên çekdarên DAIŞê ji kampa Eyn Îsayê reviyabûn.

 

S. B