Wezîrê berevanîya Siwêdê xelatekê pêşkeşî Demîrtaş dike
K24- Hewlêr
Di rêûresmekê de li bajarê Stokholm a paytexta Siwêdê, xelata sala 2019 yê ya Rêkxistîya Hevpeymanîya Pêşkevtixwaza Siwêdî ji alîyê wezîrê berevanîya Siwêdê pêşkeşî malbata Selahedîn Demîrtaş kir.
Di peyvekê de, Pêtir Holtkiwîst, wezîrê Berevanîya Siwêdê ragehand: Demîrtaş bo azadî û mafên mirovî yên gelê Kurd li Tirkiya xebatê dike û bi sedema evê yekê jî niha di zîndana Tirkiya de ye.
Rêkxistîya Hevpeymanîya Pêşkevtinxwaza Siwêdê, salane xelateke taybet pêşkeşî kesatîyên cîhanî dike ku di warê azadî û mafên mirovan kar dikin.
Rêkxistîya Hevpeymanîya Pêşkevtinxwaz, rêkxistîyeke nêvdewletîye û bûye seywaneke nêvdewletî bo partî û rêkxistîyên çep û sosiyalîst û sosial demokratên cîhanê.
Li 1/11/2016, Selahedîn Demîrtaş û hejmarek ji serkirde ş perlemantarên Partîya Demokratîya Gelan (HDP) bi tuhmeta hevakrîkirin û bangeşekirinê bo Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin girtin.