KCK: YPG û YPJ pilanên Rûsya, Tirkiyê û Amerîka li Efrînê jinav dibin
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevseroka konseya rêvebir ya KCK Besê Hozat ragihand, ku aliyên navdewletî, di tawanên li dijî Efrînê de beşdar in û bi taybetî Rûsya.
Besê Hozat di hevpeyvînekê de, li gel ajanseke nêzîkî PKK ragihand, Rûsya, Amerîka û Hikûmeta Sûryê di tawanên artêşa Tirkiyê de, yên li dijî Herêma Efrînê beşdar in û ew welatana di pilana qirkirina gelê Kurd de, alîkariya Tirkiyê dikin.
Bi gotina Hozat YPG û YPJ bi berxwedana xwe, pilanên wan welatan jinav birine û heya niha artêşa Tirkiyê nekariye ti armancên operasyonê pêk bîne.