Pentagon: Rê nadin Rûsya navbera Amerîka û Tirkiyê têk bide

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) radigihîne, ew rê nadin Rûsya, pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê têk bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) radigihîne, ew rê nadin Rûsya, pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê têk bide.

Berdevkê Pentagonê Eric Pahon ragihand, Rûsya dixwaze di nava NATOyê de nakokiyan çê bike. Rûsya dixwaze di çarçoveya kirîna mûşekên S400 de sûd ji nakokiyên Tirkiye û Amerîkayê werbigre û pêwendiyên her du welatan têk bide.

Eric Pahon tekez kir, ew rê nadin vê hewla Rûsyayê. Tirkiye û Amerîka hevpeymanên stratejîk ên 70 salî ne û pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê girîng in û divê berdewam be.

Amerîka nerazî ye Tirkiyê ji mûşekê Rûsî S-400 bikire û Encûmena Nûnerên Amerîkayê jî projeyasayek li dijî Tirkiyê pesend kiribû û banga destberdana kirîna S400an kiribû.

Lê Tirkiye li ser kirîna S-400 rijd e û dibêje, rêkeftina kirîna S-400 berdewam e û dê di dema xwe ya diyarkirî de werbigire.

 

 

S. B