Amerîka: Em piştevaniya xwepêşandanên aştiyane li Iraqê dikin

Peyvdara wezareta derve ya Amerîka: Em piştevaniya daxwazên xwepêşanderên Iraqê dikin, bi mercê ku xwepêşandanên wan aştiyane bin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand, ku welatê wê piştevaniya daxwazên xwepêşanderên Iraqê dike, bi mercê ku xwepêşandanên wan aştiyane bin.

Di bersiva xwe de li ser nûçegihana Kurdistan24ê de, li Washingtonê, Heather Nauert diyar kir, ku ew haydarî pirsa nebûna xizmetkariyên av û karebê ne, ji erkê Hikûmetê ye wan xizmetkariyan ji xelkê re peyda bike wek çawa parastina dezgehên Hikûmetê ji erkê wê ye.

Nauert got: Bi awayekî giştî em piştgiriya mafên xelkê dikin, ji bo bi aştiyane xwepêşandanan bikin, bêguman em dibînin ku kêşeya av û karebê heye, em têdigên ku xelk ji bo vê yekê xwepêşandanan dikin. Li gel vê yekê jî Hikûmeta Iraq ragihand, ku wê hemû bizavên xwe kiriye daku canê xwepêşanderan biparêze û bizavan dikin daxwazên xwepêşanderan gotûbêj bikin û bicî bikin.

N.O