Erdogan: Em operasyonên xwe ranawestînin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radigihîne, ew operasyonên xwe yên leşkerî li bakurê Sûriyê ranawestînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radigihîne, ew operasyonên xwe yên leşkerî li bakurê Sûriyê ranawestînin.

Serokomarê Tirkiyê îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, gelek gef li wan tê kirin, ji bo ew operasyona xwe ya leşkerî li bakurê Sûriyê rawestînin, lê ew tevî wê yekê jî operasyona xwe ranawestînin.

Erdogan got j: "Operasyonên dijî terorê yên ku em li bakurê Iraq û Sûriyeyê diajon, bi tekez ne li dijî yekparçeyî û mafê serweriya wan welatan e."

Herwiha got: "Em ê wekî rojavayê Feratê, rojhilatê wê jî ji rêxistinên terorê paqij bikin û emê hem ewlehiya sînorên xwe biparêzin hem jî bihêlin ku Sûriyên li welatê me bi dilrehetî vegerin malên xwe."

Artêşa Tirkiyê roja 9ê vê mehê operasyona xwe ya leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê li rojhilatê Firatê ragihand û dest bi bombebaran û topbarana gund û bajarên sînorî kirin.

Bi destpêkirina Tirkiyê êrîşa ser Rojavayê Kurdisanê re, gelek karvedan ji aliyê welatiyên cîhanê li piştî xwe anîn û daxwaz ji Tirkiyê kirin, ku operasyonên xwe yên leşkerî rawestîne.

 

S. B