Çawîşoglu: Dorpêçkirina Îranê metirsîdar e

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje, ew dorpêçiyên Amerîka yên ser Îranê rast nabînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje, ew dorpêçiyên Amerîka yên ser Îranê rast nabînin. Her çiqas bi Amerîkayê re hevpeyman bin jî, dorpêçkirina Îranê metirsîdar e û da zanîn, ew hêvî dikin, derveyî Amerîka bi welatên 4+1, dikarin çareseriyeke baştir li şûna dorpêçiyan bibînin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu li Japonyayê di konferanseke rojnamevanî de got: "Şûna dorpêçiyan, diyalogeke biwate û berdewamiya pêwendiyan baştir e. Her weha wek Tirkiye ev helwesta me ye. Ya duyem, Îranê cîranê me ye û em ji wê derê gaz û petrolê dikirin. Wek welatên din, Tirkiye jî nikare li hember çavkaniyên enerjiyê helwest bigre."

Herwiha got jî: "Her çiqas bandora dorpêçiyê niha li Tirkiyê neke jî, em dorpêçkirina Îranê rast nabînin. Tenêhîştina Îranê metirsîdar e û sizakirina xelkê Îranê jî nebaş e. Em bi Amerîkayê re hevpeymanên baş in. Ez bawer im tevî welatên 4 ku yek emê bikaribin çareseriyeke baş şûna dorpêçiyan bibînin."

Qonaxa duyem ya sizayên Amerîkî li ser Îranê duhê ket warê bicîkirinê de.

 

S. B