Vegeranadina serbazîkirina bi zorê di navbera Bexdayê û Kurdistanê de

Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê, dixwaze bi rêya pesindkirina piroje yasayekê di perlemana Îraqê de, serbazîkirinê li ser welatîyan bike bi zorê.

K24- Hewlêr

Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê, dixwaze bi rêya pesindkirina piroje yasayekê di perlemana Îraqê de, serbazîkirinê  li ser welatîyan bike bi zorê.

 Endameke Kurd jî, di Komîteya Asayîş û Berevanîyê de li Perlemana Îraqê, bi girçin (zehmet) dizane ku li Îraqê kar bi yasayeke weha bihêt kirin û dibêje: Pêwîste di destpêkê de Supayê Îraqê bihêt bi nîştîmanîkirin. Cêgirê serokê Komîteya Pêşmerge, Navxwe û Asayîşê aşkera dike ku di perlemana Kurdistanê de jî, pêngaveke bi vî awayî  heye û dibêje: Me dixwazîn bi rêya piroje yasayekê, di dahatî de, karê li ser evê mijarê bikîn.

Serok wezîrê Îraqê, Adil Ebdulmehdî, sekiretêrê xwe yê serbazî raspartîye, daku piroje yasa serbazîkirina bi zorê amade bike û di çend mehên dahatî de,  bihêt şandin bo perlemana Îraqê bo pesindkirinê.  Lê evê mijarê, di perlemana Îraqê de, nerînên cuda li ser hene. Endamekê Kurd jî di Komîteya Asayîş û Bervanîyê de li perlemana Îraqê, dibêje: Wê demê Kurd dê deng dide evê piroje yasayê ,dema ku tevaya maf û pişkên Kurd di supayê Îraqê de li ber çavan bihêt girtin. Herweha got: Nahêt veşartin jî ku cîbicîkirina yasayeka bi vî awayî gelek girçine.

Renge piroje yasaya serbazîkirina bi zorê, tenê di perlemana Îraqê de nebe, lê hizrek weha ji alîyê perlemantarên Herêma Kurdistanê jî gotûbêj li ser hatîye kirin. Cêgirê serokê komîteya Pêşmerge, Navxwe û Asayîşê di perlemana Kurdistanê de aşkera dike ku ew jî piştîvanîya evê mijarê dikin û dixwazin bi rê ya piroje yasayekê di ayînde de kar bikin bo evê yekê.

Pirsgirêk û alozîyên ku Îraqê hene; weha kiriye ku perlemana Îraqê li sala dahatî, careke din serbazîkirinê bikin bi zor. pişkek ji perlemanatarên Perlemana Herêma Kurdistanê jî  dibêjin: Pêwîste Herêma Kurdistanê jî yasayeke weha hebe, bi awayekê ku di ayînde de pêkhateya hêzên Pêşmerge berfirehtir û bihêztir bibe.