HDP: Di şarevaniyan de dê xizmetên pirzimanî hebin

Namzedên HDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi civînekê danezana Hilbijartinên Herêmî aşkera kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, li Diyarbekirê di civîna aşkerakirina danezana namzedên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de got; dê bi projeyên şarevaniyê, li Tirkiye û Bakur bibin mînak. Temellî amaje kir ku dê di 31'ê Adarê de ji 2014'an zêdetir şaredariyan bi dest bixin.  Her du namzedên hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî amaje kir ku ew ê dîsa şarevaniyeke pirzimanî bi rê ve bibin.

Namzedên HDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi civînekê danezana Hilbijartinên Herêmî aşkera kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û rêveber û namzedên partiyên Kurdî ku bi HDP'ê re tifaqa hilbijartinê pêk anîne jî beşdarî civînê bûn.  Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di civînê de rexne li kirariyên şarevaniya qeyûman kir û got; "Em ê pirsgirêkên civakê çareser bikin û em ê bi projeyên şarevaniyê li bakur û Tirkiyeyê bibin mînak."

Namzedê Hevserokatiya Bajarê Mezin  Ednan Selçûk Mizrakli jî ragihand ku ew ê ji bo her kesî xizmetê bikin, ew ê bi budçeyê, ji bo pêşvebirina jiyana civakî kar bikin. Mizrakli qala saziyên ku ji aliyê qeyûman ve hatine girtin jî kir û got; em ê kreşên ku perwerdehiya Zimanê Kurdî didan, ji nû ve vekin.

Namzedê Hevserokatiya Bajarê Mezin  Ednan Selçûk Mizrakli ji K24ê re got: "Bi salan e ku ez li Diyarbekirê xizmetê dikim, min heta niha tiştekî li derveyê rastiyê nekiriye. Gefên ku li me tê xwarin, vala ne. Ew dizanin ku dê şaredarî bikevin bin rêveberiya HDP'ê. Em nizanin dê qeyûm çiqas deyn dewrî me bike û em nizanin ji van deynan çiqas deynên rast in. Lê em ê çavkaniyên şaredariyê, li ser rastiyê, ji bo xizmeta gel bi kar bînin."

Di danezanê de namzedên HDP'ê balê dikişînin ser plan û projeyên di derbarê şarevaniyê de û dibêjin; dê veguhestina nav bajêr were erzankirin, avahiyên ku xetereya hilweşînê hene, dê  ji nû ve werin avakirin, şînahî û parkên bajêr dê werin zêdekirin, dê piştgiriya jinên ku bixwazin hilberînê bikin were kirin. Namzeda Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Hulya Alokmen Uyanik jî amaje kir ku dê navendên çand û hunere,  parkên jinan, pirtûkxaneyên berhemên jinan û kompleksên sporê yên jinan vekin.

Namzeda Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Hulya Alokmen Uyanik ji K24ê re dibêje: "Dîsa divê em kedeke zêde bidin. Em ê ji berê zêdetir bi gel û saziyên din re bicivin. Em dizanin karê me ne gelekî hêsan e, jixwe zagon jî hatin guhertin. Lê em ê bi ser bikevin."

Namzedên HDP'ê bi danezanê amaje dikin ku dê di nav 5 salan de ji bo 2 hezar malbatan, avahiyan çêbikin, dê navendên dan û stendina erzan vekin.  Namzed ji bo çareserkirina pirsgirêka çûnehatê jî dibêjin; em ê projeya tramvayê temam bikin.  Bicihanîna van plan û projeyan, bi budçeyê ve girêdayî ye. Namzedên HDP'ê diyar dikin ku; ew nizanin ka dê qeyûm çiqas deyn dewrî wan bike. Ger deynên şaredariyê zêde bin, bicihanîna plan û projeyên ku hatine aşkerakirin dê çawa be, ew tê mereqkirin.