ENKS: PYDê xwe kiriye desthilat û ew di ber jiyana xelkê de berpirsyar e

Agirê bi ceh û genimê Kobanê û heta Dêrikê dikeve, destine qirêj li pişt e. Bi dirêjahiya 20 rojan agir bi berdewamî vêdiket û bi hezaran Hiktaran hatine şewitandin û heta niha ti çareserî ji vê rewşê re nehatiye dîtin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endama Desteya Serokatiya ENKSê Fesla Yûsif derbarê şewata dexl û danê cotkarên Rojavayê Kurdstanê de ragihand, PYDê bi zora çek xwe li Kurdistana Sûriyê kiriye desthilat, em jî wê berpirsyar di ber jiyana xelkê de dibînin.

Fesla Yûsif ji K24ê re ragihand, karesateke mirovî û şerekî aborî hatiye li ser gelê Kurdistana Sûriyê. Agirê bi ceh û genimê Kobanê û heta Dêrikê dikeve, destine qirêj li pişt e. Bi dirêjahiya 20 rojan agir bi berdewamî vêdiket û bi hezaran Hiktaran hatine şewitandin û heta niha ti çareserî ji vê rewşê re nehatiye dîtin.

Fesla Yûsf got jî: “Îro PYDê bi zora çek xwe li Kurdistana Sûriyê kiriye desthilat, em jî wê berpirsyar di ber jiyana xelkê de dibînin. Wek PYDê dikare bacan li ser xelkê ferz dike, xortan bibe leşkeriya neçar û dikare hemû kiryarên xwe bi zora çek li ser milet ferz bike, PYDê îro di ber jiyana vî miletî de berpirsyar e û cihê lêpirsînê ye jî.”

Herwiha got: “Em nikarin destnîşan bikin, kî agir bi ceh û geniman dixe û dişewitîne, heger kî be jî ew destekî qirêj e. Armanca wan ew e, xelkê me yê li hundir maye, ew jî penaber bibin, tevliheviyê di nava xelkê de çê bikin û rewşa aborî ya xelkê lawaz bikin. Ji PYDê dihat xwastin amadekariyên baş ji bo vemirandina agir û parastina xelkê kiribana.”

Derbarê rewşa Efrînê de jî Endama Desteya Serokatiya ENKSê got: Helwesta me derbarê Efrînê de jî zelal e. Efrîn hatiye dagîrkirin û hemû binpêkirinên mirovî û tawanên bi ser xelkê Efrînê tên kirin şermezar kiriye.

Ev daxuyaniya Fesla Yûsif piştî wê yekê tê, ENKS berî du rojan di daxuyaniyekê PYDê li hember şewitandina zeviyên cotyaran kêmtirxem dît û daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kir ku agir vemirîne û welatiyan biparêze. Li ser vê daxuyaniya ENKSê jî Navenda Ragehandina PYDê bersiva daxuyaniya ENKSê dabû û got: Armanc ji daxuyaniya ENKSê tevlihevkirina rewşê ye.

 

S. B