Tirkiye: HDP daxwaza hilbijartinên pêşwext dike

Partiya Demokratîk a Gelan HDP careke din meydanê ji AK-Partiyê re dixwaze û banga hilbijartineke pêşwext dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan HDP careke din meydanê ji AK-Partiyê re dixwaze û banga hilbijartineke pêşwext dike.

Berdevkê HDPyê Gûnay Kubîlay bi kombûneka rojnamevanî rijdbûna HDPyê ya li ser siyaseta demokratîk tîne ziman û rexneyên tûnd li hikûmeta Tirkiyeyê digre. Kubîlay di wê baweriyê de ye, ko hikûmeta Tirkiyeyê rewabûn û piştgiriya xwe ya piranîbûnê ji dest daye û bûye kêmîne. Hikûmet êdî nikare xelkên Tirkiyeyê birêve bibe û divê ew careke din biçin hilbijartinê.

``Ji bo xelkên Tirkiyeyê ji bin desthiltdariya zordest a AK-Partî û MHPyê rizgar bibin, em banga hilbijartina pêşwext dikin. Em ji AK-Partiyê re meydanê dixwazin û divê opozîsyon jî, bo hilbijartineke pêşwext dest bi tevgerê bike û piştgirê banga me be.``

Opozîsyona Tirkiyeyê banga HDPyê red nake. Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu maf dide banga HDPyê û amadebûna CHPyê ji bo hilbijartineke pêşwext radigihîne.

Îyî-Partî jî dibêje bi şerta ko ew vegerin sîstema parlementeriyê dikarin piştgiriya hilbijartineke pêşwext bikin.

Lê AK-Partî bangên hilbijartina pêşwext red dike. Cigîrê Serokê AK-Partiyê Numan Kurtulmuş dibêje, di rojeva wan de heta sala 2023 hilbijartin niye. 

Berî niha bi du rojan Hevserokên HDPyê Sezaî Temellî û Perwîn Buldan banga hilbijartina pêşwext kiribûn.

 

 

 

C.B