Donald Trump Balyoza Amerîka ya li NYê diyar kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump Heather Nauert wek Balyozê Amerîkayê yê daîmî li Netewên Yekgirtî (NY)ê li cihê Niki Haley destnîşan kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê Donald Trump Heather Nauert wek Balyozê Amerîkayê yê daîmî li Netewên Yekgirtî (NY)ê li cihê Niki Haley destnîşan kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di tora xwe ya civakî “Twitter” de ragehand: ‘’Bi kêfxweşî Heather Nauert wek Balyoza Daîmî ya Amerîkayê li NYê radigehînim.’’

Trump di twîtta xwe de nivisî: “Pîrozbahî li Heather Nauert dikim û spasiya balyoza berê ya Amerîkayê li NYê Niki Haley dikim, ji ber wan xizmetên mezin pêşkeşî welatê me kirine.’’

Heather Nauert ya 48 salî ji dawiya meha Nîsana 2017ê ve wek Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê kar dike û berê jî rojnamevana kanala Fox News a Amerîkî bû.

 

S. B