Li Tirkiyê di roja yekem a cejnê de 5 hezar kes birîndar bûn

Li Tirkiyê di roja yekemîn ya Cejnê de, zêdetirî 5 hezar kes di dema serjêkirina ajelên qurbanê de birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê di roja yekemîn ya Cejnê de, zêdetirî 5 hezar kes di dema serjêkirina ajelên qurbanê de birîndar bûn.

Her sal li Tirkiyê bûyerên birindarbûnê di dema serjêkirina ajelan de balê dikşînin. Îsal jî gelek conega ji destê xwediyên xwe reviyan û wenda bûn.

Li aliyê din hat ragehandin, di dema serjêkirina ajelên qurbanê de, 5 hezar û 341 kes birîndar bûne ku wek qesabên xeşîm tên binavkirin.

Li gor agahiyan, piraniya kesan di dema serjêkirinê de xwe birîndar kirine û hinek jî rastî êrîşên ajelan hatine û serî li nexweşxaneyan dane.

 

S. B