Rûsya: Şerê me li Idlib berdewam dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê Rûsya li Netewên Yekgirtî radighîne, şerê li Îdlibê dê berdewam bibe û rêkeftinên wan digel Tirkiyê li ser jinavbirina teroristan e.
Nûnerê Rûsya li Netewên Yekgirtî Vasîlîy Nebenziya di civîna Civata Asayişa Navdewletî ya di derbarê Îdlibê de ragihand, Şam û Moskow dê di şerê grûbên çekdar ên Îdlibê de berdewam bibin û tekez kir, rêkeftinên Rûsya û Tirkiyê derbarê navçeyên kêmkirina şer jî, parastina teroristan li xwe nagire, lê tekeziyê li şerê wan dike.
Liser daxwaze her yek ji Almanya, Belcîka û Kuwêt, Civata Asayişa Navdewletî civînek awarte derbarê rewşa Îdlibê lidarxist.
C.B