Encûmena Asayîşê nekarîn daxuyanîyeke hevbeş derxîn in dijî êrîşa Tirkiyê

Welatên endam di Encûmena Asayîşê de nekarîn daxuyanîyeke hevbeş derxîn in derbarê rawestandina êrîşa Tirkiyê bo ser rojhelata Firatê.

K24- Hewlêr

Welatên endam di Encûmena Asayîşê de nekarîn daxuyanîyeke hevbeş derxîn in derbarê rawestandina êrîşa Tirkiyê bo ser rojhelata Firatê.

Ajansa Esoşeytid Pirês belavkirîye, di  civîna girtî ya Encûmena Asayîşa Navdewletî de gelek hewilwêstên cuda hebûn ji ber vê yekê welatên endam ne karîn daxuyanîyekê derkin derbarê rawestandina êrîşên Tirkiyê ser rojhelatê Firatê.

Ajansa Anadolê jî belavkirîye, ku xala sereke ya nakokîyê derbarê gotina şermezarkirina operasyona Tirkiyê bû û li gor Anadolê Emerîka  û Rûsiya li djî wê daxuyanîyê derketibûn.