Rûsya: Amerîka dixwaze rêveberiyeke Kurdî li Sûryê pêk bîne

Peyvdara bi navê Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova ragihand, ku Amerîka li gel Kurdan, bi awayekî berûvajî destûra Sûryê, kar li ser pêkanîna rêveberiyeke taybet dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdara bi navê Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova ragihand, ku Amerîka li gel Kurdan, bi awayekî berûvajî destûra Sûryê, kar li ser pêkanîna rêveberiyeke taybet dike.

Maria Zakharova diyar kir, ku rewşa li rojhilatê Çemê Firatê, cihê dilgiraniya Mosko ye û bi gotina wê: Amerîka li gel hevalbendên xwe yên Kurd, kar ji bo damezirandina rêveberiyeke taybet dike.

Zakharova tekez kir, ew rêveberiya ku Amerîka dixwaze li bakurê Sûryê pêk bîne, ne li gorî destûra Sûryê ye û dibe ku encamên nerênî li pey xwe bîne.

Berî niha çendîn caran Rûsya rexne li siyaseta Amerîka ya derbarê Sûrya dikir û dida xuyakirin, ku ew siyaset wê Sûrya parçe bike.

N.O