Serok Barzanî: Bi plangirî, nepakî, agir û hesin nikarin gelê me bêdeng bikin

Bi boneya 43emîn salvegera Şoreşa Gulanê, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û tê de Şoreşa Gulanê bi şandina peyamekê ji neyarên Kurd re dizane, ku gelê Kurd xwe naçemîne û bi vîneke polayî li dijî dagîrkariyê diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi boneya 43emîn salvegera Şoreşa Gulanê, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û tê de Şoreşa Gulanê bi şandina peyamekê ji neyarên Kurd re dizane, ku gelê Kurd xwe naçemîne û bi vîneke polayî li dijî dagîrkariyê diçe.

Serok Barzanî di vê rojê de tekez dike, gelê Kurdistanê bihêz e, bi îradeyeke ji berê bilindtir têdikoşe, bi plangirî û nepakî û agir û hesin nikarin dengê gelê me qut bikin.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Yek ji bîranînên bi rûmetên meha Gulanê, salvegera hilgîrsandina Şoreşa Gulana pêşketinxwaz e, şoreşek li berdewamiya xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû li dijî sîtem û dagîrkariyê.

Şoreşa Gulanê, qonaxeke girîng a berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistane û bi ronî ew peyam ragihand ku bi plangêrî û nepakî û agir û hesin nikarin dengê gelê me qut bikin û me neçar bikin dest ji azadîxwazî û mafên xwe yên rewa berdin. Eger di qonaxekê de jî xebata gelê Kurdistanê tûşî rawestan û şikestê hatibe, ew e gelê me xwe naçemênê û bi îradeyekî polayî li dijî dagîrkariyê diçe û heta mafê rewayên xwe li şoreş û berxwedanê de pêk tîne.

Li çil û sêyemîn salvegera şoreşa Gulanê da, silav ji bo hemû têkoşer û Pêşmergeyên qehreman û wan niştîmanperwerên bindestiyê red kirin re dişînîn û westandin û koçberiyê hilbijartin û qurbaniyê dan û li kêmtirîn demê da şoreşê hilgîrsandin.

Hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên şoreşa Gulan û şehîd Seyîd Abdullah yekem şehîdê Şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurdistanê be. Silav li xweragirî û azayetiya Pêşmerge ku bi xwîn û qurbanîdana xwe serfîraziyê ji bo gelê xwe pêkanîn.

Di vê salvegerê de wê yekê dûpat dikin ku îradeya gelê Kurdistanê bihêz e û ji bilî hebûna plangêriyê, lê belê bi îradeyeke bilindtir ji berê têdikoşe ji bo pêkanîna mafên xwe yên rewa û berdewamiyê li peyama aştî û pêkvejiyan û pêşketinxwaziyê dide.

 

S. B