Artêşa Sûryê firokeyeke Israîlî ya çavdêriyê anî xwarê

Jêderên serbaz yên Sûrî: Ew firoke Israîlî bû û li navçeya Dêr El-Eşair li rojavayê Şamê, nêzîkî sînorê Sûrya û Lubnanê hat xistin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ajansa fermî ya nûçeyên Sûrî (Sana) ragihand, ku şevê din hêzên berevaniya ezmanî yên Artêşa Sûryê, firokeyeke bêfirokvan anîn xwarê ku ji Lubnanê dihat û sînorê Sûryê derbas kiribû.

Li gorî jêderên serbaz yên Sûrî, ew firoke Israîlî bû û li navçeya Dêr El-Eşair li rojavayê Şamê, nêzîkî sînorê Sûrya û Lubnanê hat xistin.

Di roja diwem ya vê mehê de, li heman navçeya navhatî, berevaniya ezmanî ya Sûryê, firokeyeke din ya çavdêriyê, ku ser bi Artêşa Israîlê ve bû, anîn xwarê.

N.O